Şêwirmendekî Serokomarê Tirkiyê: Bêyî PKKê ti çareserî li Tirkiyê nabe
Şêwirmendê berê yê Serokomarê Tirkiyê Îten Mehcûbyan ku di hema demê de nivîskarê rojnameya Biryare li Tirkiyê, di gotara xwe ya îro 14 Hizêranê de , amaje bi wê yekê kirye kum pêyî Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) ti çareserî li Tirkiyê nabe û ew kesên ku dibêjin em dê bêyî PKKê danûstendina bikin û pirsgirêka Kurd çareser bikin, pêwîste eşkere bikin bê ew dê çawa kar bikin.
Di beşekî din de ji nivîsa xwe dibêje: “Çendî ez bi wê yekê bawerim ku danûstendin bi tenê ligel PKKê nabe û pêwîste çend aliyên din jî beşdar bin, ewqasî jî bawerim ku bêyî PKKê wê ti encm jî nebin.”
Mehcûbiyan behsa wê yekê dike ku, heger PKKê ne dinav danûstendinan de be wê demê wê Tirkiyê bi destê xwe civata Kurdên Bakur têxe destê PKKê.
Basnews
