• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka Kurd vexwandin Washingtonê

Amerîka Kurd vexwandin Washingtonê
Li ser vexwandina Wezareta Derve ya Amerîka şandeke jûrên bazirganî yên Başûrê Kurdistanê serdana Amerîkayê dike.

Jûrên bazirganî yên Başûrê Kurdistanê dê vê hefteyê serdana Amerîkayê bike. Li gorî zanyariyan, serdana wê şanda Başûrê Kurdistanê li ser daxwaza fermî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ye.

Serokê Jûrên Bazirganî yên Başûrê Kurdistanê Dara Celîl Ceyat di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ev serdan li ser vexwandina fermî ya Wezareta Derve ya Amerîka tê kirin.

Dara Celîl Ceyat got: Serdan dê dawiya vê hefteyê bê kirin û armanca serdanê jî xurtkirina pêwedniyên bazirganî û mifawergirtin ji ezmûna serkevtî ya bazirganî û aborî ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ye.

Celîl Xeyat destnîşan kir, ku şanda Başûrê Kurdistanê dê ji 9 kesan pêk were û tekez kir, ku nûnerên parêzgehên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Kerkûk tê de beşdar dibin.

Rudaw
Top