Rojnamegerekî Îspanî pirtûkek derbarê Kurdistanê de weşand
Nivîskar û Rojnamegerê navdar yê Ispanî Manuel Martorell pirtûka xwe ya nû a bi navê serdema Kurd belav kir.
Nivîskar di pirtûka han de behsa qehremanî û jêhatî bûna Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê kiriye û aniye ziman ku Kurd hem li Başûr û him jî li Rojavayê Kurdistanê gelek bi jêhatî û qehremanî şerê dijî hovanetirîn terorîstên dîroka cîhanê dikin.
Nivîskar herwiha behsa vê yekê kiriye ku serdema nû serdema Kurd û Kurdistanê ye û lazime civaka cîhanî jî piştgîriya mafên gelê Kurd bike.
