Erdogan: Em ti car rê nadin li bakur a Sûriyayê xweseriyek cuda hebe
Erdogan, di Koşka Serokomariye de bi parlamenterên AK Partiyê re bo fitarê hat ba hev û da xuyakirin, ewê kêmasiyên xwe temam bikin û li hundir û derve têkoşîna xwe bibiryar berdewam bikin û kulma hesin li terorê bidin.
Erdogan got, ew destûr nadin ku, li bakurê Sûriyê tiştêk ku bo pêşeroja dewlet û miletê xeter be were damezrandin û bi hemû derfetên siyasî, dîplomatîk û serbazî li dijî vê dê rawestin. Erdogan got, kî be bila be, ew wek Tirkiyê nahêlin ku li bakurê Sûriyê tiştek wiha bê avakirin.
K24
