Erdogan nameyekê araste yê Vladimîr Pûtîn dike
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bi mebesta "Roja Rûsyayê" nameyek ji Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re şand.
Li gorî nûçeya ajansa Spûtnîkê, Serokomar Receb Tayîb Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, bi mebesta pîrozkirina roja Rûsyayê ji serok û serokwezîrê Rûsyayê re name şandin.
Erdogan di nameyê de ser navê gelê Tirkiyê roja gelê Rûsyayê pîroz dike û hêvî dike ku, pêwendiyên
Bînalî Yildirim jî di nameya xwe bo Dmitrî Medvedev de got, ew hêvî dikin ku pêwendiyên navbera her du welatan bo bercewendiya herdu gelan bigihên astekê baş.
Piştî ku balefirê Rûsyayê ji hêla balefirên şer yên Tirkiyê ve, di 24'ê mijdara 2015'ê de hat xistin pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê di warê fermî de hatibûn rawestandin. Serokê Rûsyayê dibêje heta ku Tirkiyê bi awayek fermî lêborîn nexwaze, pêwendî baş nabin.
K24
