PKK: Em gerîlayên xwe ji Şengalê venakşînin
Fermandeyê PKKê li Şengal Egîd Kelarî ragehand: “Biryara Encûmena PArêzgeha Nînewa ku dibêje gereke Gerîlayên PKKê ji Şengalê derkevin di berjewendiya DAIŞê de ye.” Herwiha tekez kiriye ku, Gerîlayên PKKê ji Şengalê dernakevin û dê bimînin.
Kelarî ew jî eşkere kir, ti cudabûn di navbera wan kesên biryar dane û DAIŞê de nîne û got: “Ew kesên ku dengê xwe dane biryarê nabe werin Şengalê.”
BasNews pêwendî bi Kelarî kir jibo wergirtina daxuyaniyekê, lêbelê kesekî din bersiv da û got: “Egîd Kelarî di civînekê de û heta 3 rojên din nikare bersiva ti dezgehek ragehandinê bide.”
Di 6 Hizêranê de, Şêwirmendê Encûmena Parêzgeha Nînewa Ebdulkerîm Geylanî ragehandibû: “Encûmena Parêzgeha Nînewa biryar daye ku PKKê û Gerîlayên wê divê ji Şengalê derkevin jiber ew aramiya navçeyê têkdibin.”
Basnews
