• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir
Roja şemî 11.06.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî siyasî û serbazî ya Amerîka kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û General Sean MacFarland Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên serbazî ya artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş li bajarê Felluce û parêzgehên dinê Iraqê guftûgo kirin û şanda mîhvan Serok Barzanî ji planên Amerîka û hevpeymanan ya ji bo têkşikandina terorîstên Da'îş li cihên cûda cûdayên Iraq û Sûriye agahdar kir.

Her li vê civînê de di derbarê operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî Da'îş û çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa li piştî Da'îş danustandina bîr û ramanan kirin û her du alî li ser ewe hevrebûn ku pêwîste bi hurî qonaxa piştî Da'îş bê nirxandin û tekez jî li ser beşdariya pêkhatan ya li proseya azadkirina Musilê de kirin.

Li beşekî dinê civînê de hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên hevpeymanan bilind nirxandin û ronahî xistin li ser bi cîhkirina biryara Amerîka ya yarmetîdana darayî û hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Li vê civînê de hejmarek ji berpirsên emnî û serbazî û siyasiyên bilindên Herêma Kurdistanê amade bûn.

Top