"Berî Newrozê Hikûmetê bangli PKKê kirbû lê Erdogan bûye asteng"
Derbarê vê mijarê
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Sirri Sureyya Onder di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Cûmhûriyetê de daxuyaniyek belav têde wiha gotibû:
Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu beriya Newroza 2015an banga çareseriyê li PKKyê dikir. Hikûmet hewla çareseriyê dida. Lêbelê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serekaniya Tirkiyê li hemberî çareseriya pirsgirêkan dibûn asteng.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim berî 3ê rojan3 diyar kiribû ku, PKK ji wan daxwaza pêvajoya danûstandinan dike. Lêbelê tiştek nemaye ku, ew bi PKKyê re danûstandin bikin. Têkoşîna wan a li dijî PKKyê dê berdewam be.
K24
