Li Şemzînanê 2 leşker hatin kuştin 4 jî birîndar bûn
Derbarê vê mijarê ajansa AAyê di nûçeyekê xwe de ragehand ku, Li bajarê Colemergê navçeya Şemzînanê gerîlayên PKKyê avêtin li ser Baregeha Leşkerî ya Fermandariya Tekeliyê. Piştî ku, hêzên leşkerî yên Tirkiyê bersiv dan pêvçûnek dijwar derket.
Li gor heman çavkaniyê û li gor zanyariyên destpêkê 2 leşker hatin kuştin 4 leşker jî birîndar bûn. Birîndar li Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê hatin vegûhestin.
Piştî êrîşê hêzên leşkerî yên Tirkyê operasyonek berfireh destpê kirin.
K24
