• Sunday, 22 February 2026
logo

McGurk: Li Minbicê wê şereke giran pêkbê!

McGurk: Li Minbicê wê şereke giran pêkbê!
Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk ragihand ku, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) rêya di navbera Minbic û Babê de birîn, da zanîn ku, ji ber ku, DAIŞ hatiye dorpêçkirin dê şerekî giran li Minbicê bike.

Derbarê vê yekê de Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk li ser malpera xwe ya twitterê de wiha nivîsîbû: "Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) li Minbicê DAIŞ dopêçkirine, lê heta niha derbasî wî bajarokî nebûne."

McGurk da zanîn ku, bajarê Minbicê bo DAIŞê gelekî Stratejîk û giringe lewma ew dê bi hesanî ji destxwe nedin, aşkere kir ku, DAIŞê dê şerekî dijwar li Minbicê bike.

Herwiha nûnerê Obama diyar kir ku, ji ber DAIŞê sivîlan weke mertalên mirovî bikartîne û her tiştî bombe dike, hetanî malan û lîstikên zarokan, herwiha rê li ber derketina sivîlan ji bajêr digre, Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) derbasbûna xwe bo wî bajarokî li paşxist.

Di 1ê vê mehê de, operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî û bi peştgiriya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî destpê kir.

Basnews
Top