Dosyayên HDPê şandin dozgeriyê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 7ê Hezîranê yasaya derbarê rakirina parêzbendiya parlamenteran de pesend kiribû û ji Serokwezîrtiyê re şandibû.
Bi vî awayî jî rêya darizandina 152 parlamenteran vebû.
Bekir Bozdag derbarê rakirina parêzbendiyan de daxuyanî da.
Bozdag wiha got: “Rêya darizandinê ji 152 parlamenteran re vebû. Duh me 117 dosyayên fezlekeyê şandin dozgeriyê.”
Rudaw
