• Sunday, 22 February 2026
logo

PKKê êrîşa li Midyatê girte ser xwe!

PKKê êrîşa li Midyatê girte ser xwe!
Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê duh 08.06.2016ê êrîşa xwekujî ya li Mîdyatê bi wesayîteke bombekirî pêkhatî berpirsyariya wê girte ser xwe.

Li gor nûçeya ajansên PKKê duh êrîşa xwekujî ya li navçeya Mêrdînê Mîdyatê, bi wesayîteke bombekirî ve pêkhatî, ji aliyê gerîllayekî (Hêzên Parastina Gel) HPGê ve hatiye kirin û di vê êrîşê de herî kêm 30 polîsên dewleta Tirkiyê hatine kuştin û hejmareke zêde de jî birîndarên wan çêbûne. Herwaha di daxuyaniya HPGê de tê gotin di awahiya midûriyeta polîsan de 150 polîs hebûne û ji wan 30 kes hatine kuştin, 2 wesayîtên zirxî û 10 wesayitên sivîl ên polîsan hatine rûxandin.

Herwaha di daxuyaniyê de tê gotin ew çalakî ji bo şehîdên Nisêbînê hatiye kirin û gerîlayê çalakî pêkanî jî navê xwe Îshak Katar ê bi kod Dîrok Amed e.

Basnews
Top