• Saturday, 21 February 2026
logo

Parlamenterê HDPê: Ji PKKê peyam nehat!

Parlamenterê HDPê: Ji PKKê peyam nehat!
Parlamenterê HDPê Lezgin Botan, derbarê gotina Serokwezîrê Tirkiyê “PKK peyaman dide” de got, ji PKKê ti peyam nîne.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim duh diyar kiribû ku ew dê ti carî dev ji “têkoşîna li dijî PKKê” bernedin û wiha gotibû:

“Ji rêxistina terorî xeber tên ku ew dibêjin; em dikarin bicivin, çekan danin û biaxivin. Tiştekê ya axaftinê nemaye. Ya ku em behsê bikin û li ser biaxivin alaya me ye.”



Lezgin Botan

Parlamenterê Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Lezgin Botan ji Rûdawê re derbarê vê axaftina Binalî Yildirim de got, heger PKK peyamekê bide dê li ser ragihandina xwe belav bike û wiha domand:

“Li gorî şopandina me, daxuyaniyek wîsa ya PKKê nîne. Ev operasyoneke psîkolojîk a civakî ye. Madem ku pêwistiyê bi derewên ew qasî mezin dibînin rewşa wan nebaş e.”

Lezgin Botan anî ziman, AK partî hewl dide “dagirkirî û komkujiya” xwe rewa bike û got: “Tawaneke mezin ê şer û mirovî kirin û têk çûn.”

Hevdîtinên Osloyê

Botan destnîşan kir ku ti derdê wan ê li ser navê PKKê biaxive nîne û wiha pê de çû:

“Mafeke me yê wiha jî nîne. Heger rast be PKK dixwaze çekan dane û AK Partiyê ew pêşniyara red kiriye, ew yek tê wateya ku AK Patî şerî dixwaze. Me weke partiyeke siyasî her tim bang li aliyan kiriye ku çekan bêdeng bikin û em bang dikin jî.”

Berdewamiya axaftinê de parlamenterê HDPê wiha got:

“Ji sala 1993an ve heta niha çend caran PKK û dewlet rûniştine ser masê. Li Osloyê û di heyama 3 salên dawiyê de jî rûniştin. Tişta rast jî ew e. Me weke partî piştgiriya vê yekê kiriye û em dikin jî. Lê aliyê çekan dane PKK ye.”

Rudaw
Top