• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Bexdayê teqînek bihêz 23 kuştî 40 birîndar!

Li Bexdayê teqînek bihêz 23 kuştî 40 birîndar!
Encama teqîna bombeyeke bihêz li navçeya Bexdaya nû, ku dikeve rojhilatê Bexdayê 23 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya malperên Iraqê di encama teqîna bombeyeke bihêz li navçeya Bexdaya nû, ku dikeve rojhilatê paytext Bexdayê 23 kesan jiyana xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên ewlehiya Iraqê ragehandin, îro serê sibê teqînek bihêz li rojhilatê Bexdaya paytexta Iraqê pêkhat û li gel xwe di encamê de bû sedemê 23 kuştî û 40 birîndaran.

Herwaha heman çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin: ‘’Ew teqîna bihêz li rojhilatê Bexdayê û nêzîk sînemaya Beyza ya navçeya Bexdaya nû pêkhatiye.’’ Çavkaniyên din ên Iraqê jî dibêjin hejmara kuştî û birîndaran dibe ku zêdetir be.

Ji aliyê din ve teqîneke din a terorîstî nêzîk binkeyê leşkerî yê Tac ku dikeve bakûrê Bexdayê pêkhat. Lê heta naha derbarê wê teqînê û hejmara kuştî û birîndaran de tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Basnews
Top