HDP: Dewlet bajêran wêran dike û paşê Ala Tirkiyê bilind dike
Fîgen Yuksekdag îro çarşemî 8ê Hezîran a 2016ê di civîna Fralsyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê de, behsa şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir û Hikûmeta Tirkiyê li hember aloziyan bi berpirsyar zanî.
Yuksekdag li ser operasyonên artêş û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê axivî û da xuyakirin, ku dewleta Tirkiyê bajêran wêran dike û piştre li ser wêraneyên bajêr û mal û avahiyên rûxayî, Ala Tirkiyê bilind dike.
Hevserokê HDPê got: “Aleke Tirkiyê heye ku li ser xaniyên rûxayî hatiye hildan. Desthilat bajêrekî wêran dike û paşê alê bilind dike. Eyb e, şermê li xwe bikin, bizanin ka we çi kiriye.”
Dixwazin HDPê ji nav bibin
Fîgen Yuksekdag herwiha amaje bi îmzakirina yasaya rakirina parêzbendiya parlamenteran ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û ragihand, ku Erdogan bi îmzakirina wê yasayê di salvegera hilbijartinên 7ê Hezîranê de dixwaze şikesta partiya xwe ji bîr bike û HDPê jî ji nav bibe, lê belê ew serkevtî nabe.
Yuksekdag tekez kir, ku ew wek HDP dê bi rihê aştîxwaz ê Muhammed Ali Clay berdewamî bi xebata xwe bidin û li ser aştiyê berdewam bin.
Yuksekdag hêvî kir ku Erdogan jî bi rihê Muhammed Ali Clay tevbigere û got: “Serokomar diçe Amerîka bo beşdarîkirin di merasîma bi ax spartina Muhammed Ali Clay. Em hêvî dikin ku hizra Clay bandorê lê bike, çimku Clay bêguhdana bi meznatiya Amerîka, helwestek aştiyane li xwe nîşan da.”
Rudaw
