• Saturday, 21 February 2026
logo

Di teqîna Mêrdîn de 4 kuştî 34 birîndar hene

Di teqîna Mêrdîn de 4 kuştî 34 birîndar hene
Li bajarê Midyadê yê parêzgeha Mêrdînê teqîneke mezin di encama êrîşa bi erebeyeke tije bombe rû da.

Teqîn li dehma Rêvebiriya Emniyeta Midyadê, dora saet 11an çêbû. Avahiya emniyetê zirareke mezin dît.

Serokwezîrê Tirkiyê, Binali Yildirim aşkera kir ku heta niha 2 sivîl, 2 jî polîs 4 kuştî û 34 birîndar hene.

Piştî teqînê di navbera endamên PKK û hêzên Dewleta Tirk de şer derket.

Ji gelek deverên derdorê ambulans û bêhtir hêza polîs û leşkerî hatine şandin.

Midyad dikeve 70 kîlometreyî rojhilatê bajarê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê.

Rudaw
Top