• Saturday, 21 February 2026
logo

Saccomanî xatira xwe ji Serok Barzanî xwest

Saccomanî xatira xwe ji Serok Barzanî xwest


Serok Barzanî li gel Balyozê Kanadayê yê li Îraq û Urdinê civiya.

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Kanadayê yê li Îraq û Urdinê Bruno Saccomanî û şandeke pê re kir.

Di destpêka hevdîtinê de Saccomanî kêfxweşiya xwe bo afrandina derfeta hevdîtina han diyar kir û anî ziman ku mebest ji serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye ji berku dema pîwerdariya vî li Îraq û Urdinê bi dawî hatiye.

Saccomanî herwiha kêfxweşiya xwe jî li hember vê yekê diyar kir ku bi qasî sê salan li Îraq û Urdinê kar kiriye û got: Gelek kêfxweşim ku di nava wan sê salan de me kariye asta têkiyên navbera Kanada û Kurdistanê bilindtir bikin û niha jî derfetên gelek zêdetir hene daku têkiliyên han bihêztir bibin.

Saccomanî herwiha anî ziman ku gelek kêfxweşe ku Kanada di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de hevkariya hêzên pêşmerge dike û got: Pêşmerge bi îmkan û derfetên gelek kêm karî jêhatîbûneke bêhempa nîşandî cahanê bide û pêşmerge bûye nasnameya Kurdistan û sembola jêhatî bûnê.

Her di hevdîtina han de berpirsê karûbarê însanî yê Balyozxaneya Kanadayê jî spasiya xelk û hikûmeta Kurdistanê kir ku karîne hijmareke gelek zêde ji penaberan li Kurdistanê de bicîh bikin û her cure hevkariyek pêşkêşî wan bikin û ev têştin ku me di warê karûbarên penaberan de li Kurdistanê de dîtine li ti cêyeke din ya cîhanê me nedîtine.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî bixêr hatina şanda mêwan kir û hêviya serkeftinê bo Saccomanî di karûn xwe yên nû de xwest.

Serok Barzanî herwiha kêfxweşiya xwe jî ya li hember bihêz bûna têkiliyên navbera Kurdistan û Kanadayê de diyar kir û spasiya Kanadayê jî kir ku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de li dijî terorîstên DIŞIê hevkariya Kurdistan û hêzên pêşmerge kiriye.
Top