li navçeya Midyatê ya Parêzgeha Mêrdînê teqînek çêbû
peyamnêrê K24ê li bajarê Diyarbekê ragehan ku, îro seet nêzikê 11:00an de teqînek pêk hat. Di encamê de ji 30an zêdetir kes birîndar bûn û rewşa gelekan giran e. Herwiha piştî teqînê navbera hêzên ewlekariyê û êrîşkaran de pevçûn derketiye û ji ber bandora teqînê avahiya Midûriyeta Ewlekariyê û mal û dikanên li derûdorê xisarek mezin dîtin. Piştî teqînê hejmarek zêde hêzên ewlekariyê û ambûlans li cihê bûyerê hatin vegûhestin.
peyamnêrê K24ê da zanîn ku, teqîn navendekî polîsan kiriye armanc, di encama .Herwiha ajansa SkyNews ragehand ku, di teqîna Mêrdînê de 2 polîs hatine kuştin.
Teqîna navçeya Midyatê di demekê de tê ku, duh li Stenbolê jî teqînek çêbû, di encam de 12 kes hatin kuştin û 35ê din birîndar bûn.
K24
