• Sunday, 22 February 2026
logo

Demirtaş: Em ê ji bo aştiyê têbikoşin

Demirtaş: Em ê ji bo aştiyê têbikoşin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel beşdarî merasîma vekirinê ya avahiya xizmetê la Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê bûn. Jibilî hevserokan Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gültan Kışanak û Hevşaredarên Yenîşehîrê û gelek welatî beşdar bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş di merasîmê de li ser teqîna Stenbolê û geşedanên dawîn nirxandin kir.
Demirtaş got: "Xwazî em di nava vê erdnîgtariya xwe de bi awayekî ewle û aram me jiyan bikira. Em dê îro yek jî van saziyan vekin. Lê dema em vêkirina vê dikin, li her derê welatê me cenaze tên. Şidet ji hêla tu kesî ve meqûl nayê dîtin. Dema siyaseta demokratîk peywîra xwe bîne cih, dê hikûmet tenê bi dayreya dewletê re sînor bimîne wê demê şidet dê zêde be.

Hevserokê HDP’ê ragihand: “ Serokkomar der barê teqîna li Stenbolê de diyar dike ku dê 'heta qiyametê wiha be.' Heke îro bombe diteqin û mirov jiyana xwe ji dest didin sedema vê yekê ev hişmendî ye. Mirin emrê xwedê ye, lê berpirsyariya vê yekê siyaseta tê kirin e. Ne heta qiyametê. Ev ne qedera me ye. Divê aştî sibê pêk bê. Divê heta qiyametê şer dewam neke. Divê em welatê xwe ji şer nedin hînkirin. Li welatekî cuda serokwezîr û serokomarek dema bêje 'dê heta qiyametê şer bidome' dê ji bo îfadeyê bangî wî bê kirin.”

Demirtaş eşkere kir: “Dest, mil, rû û heta qirika xwe di nava xwînê de ye, bi girtina rojnameger û akademîsyenên ku aştiyê dixwazin dê heta qiyametê şer berdewam bike? Ev şer dê heta qiyametê berdewam neke. Divê her kesê li vî welatî aştiyê dixwazin, mil bidin hev û li dijî vê hişmendiya ku dema xwînê dibîne xwîn tê rûyê wî têbikoşe. Ew roja ku ew biçe dê aştî bê vî welatî.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Demirtaş anî ziman: “Ger ku dê heta qiyametê em hev bikujin, ger ku dê li Cizîr, Nisêbîn, Sûrê şer bidome û xerakirin dê bidome, wê demê tu çima di wê koltukê de rûniştiye. Qanûna Esasî erka aştiyê daye te. Divê tu aştiyê pêk bîne. Em wekî HDP'ê dê hesabê vê yekê ji we îxtîdarê bipirsin. Em dê heta dawî ji bo aştiyê têbikoşin.”

Basnews
Top