• Saturday, 21 February 2026
logo

Stenbol: Di teqînekê da 11 kes hatin kuştin û 36 birîndar bûn

Stenbol: Di teqînekê da 11 kes hatin kuştin û 36 birîndar bûn
Tirumbêleka mînkirî îro serê sibê, li naverasta Stenbolê teqîya û 11 kuştî û 36 birîndar li paş xwe hêlan.

Teqîna îro li saet 8 û 40 xulek li taxê veznecîler yê nawçeya Bayezîd rûdaye, ku paseka polîsan kiribû armanc û di teqînê da 7 polîs û 4 welatî hatine kuştin, 36 jî birîndar bûn, gelek ambulans jî bo cihê bûyerê hatine şandin, û hêzên asayêşa Tirkîyê ew nawçe dorpêç kirin.

Heta niha çi alîyekî berpirsatîya xwe ji teqînê dîyar nekirîye, lê pîştir partîya karkerên Kurdistanê û teyrêbazên azadîya Kurdistanê, ku hevsozin digel PKKê hijmareka teqînên bi vî awayî dijî hêzên emnahîya Tirkîyê kirîne.

War.tv
Top