MINBIC – 4 xwekujan xwe teqandin
Di operasyona duh de hêzên encumena leşkerî ya Minbicê ketin nava gundê Qernata mezin û 4 xwekujên DAIŞê di nava gund de asê man.
Li gor agahiyan, îro wan her 4 kesan xwe teqandin.
Meclîsa leşkerî ya Minbicê da xuyakirin ku termê 18 çekdarên DAIŞê li wî gundî ketine destê wan ku 12 jê xwediyê nasnameya biyanî ne.
Herwiha li aliyê Bendava Tişrînê jî hêzên ser bi encumena leşkerî ya Minbicê ve gundê Xefşe ji destê DAIŞê derxistin û kontrol kirin.
Rudaw
