Barzanî: Qedera kurdan û mesîhiyên Kurdistanê yek e
Barzanî îro li devera Selahedîn a Hewlêrê pêşwazî li patrîkê Antakya û suryaniyên Rojhilata Navîn û cîhanê, Mar Êgnatiyos û şanda pê re kir.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de mezinê suryaniyên Rojhilata Navîn û cîhanê spasiya Barzanî kir ji ber hewlên wî yên ji bona parastina mesîhiyan û diyar kir ku ew ji wê gotina Barzanî ku gotibû “nabe mesîhî welatê xwe biterikînin” pir kêfxweş bûye.
Patrîk Êgnatiyos her wiha behsa aştî û pêkvejiyanê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn kir û ragihand, ew dixwazin paşeroja mesîhiyan geş be û mafên wan jî were garantîkirin da ku welatê xwe bernedin.
Wî mezinê mesîhiyan her wiha bang li Barzanî jî kir, cih û warê mesîhiyan ji destê DAIŞê rizgar bike.
Serok Barzanî jî behsa êrişê û tehdîdên DAIŞê li ser nirxên mirovahiyê kir û ragihand, DAIŞ tenê li dijî pêkhateyeke olî yan jî etnîkî nîne li dijî tevahiya mirovahiyê ye.
Barzanî her wiha anî ziman ku qedera kurdan, mesîhiyan û gelên din ên Kurdistanê yek e û divê bi hev re bijîn û ti kes hizra terikandina zêda xwe neke.
Serokê Herêma Kurdistanê têkestî li ser rizgarkirina tevahiya cihên di destê DAIŞê de bi taybet Mûsilê kir û got ku divê beriya azadkirina Mûsilê, erk û wezîfeya her aliyekî were kifşkirin da ku di qonaxa piştî DAIŞê de mafê pêkhateyên parêzgeha Neynewa bên misogerkirin.
Basnews
