PDK û YNKê bê Tevgera Goranê dicivin
PDK û YNKê bi beşdariya Tevgera Goranê dicivin, ev yek jî di demekê de ye, ku biryar bû şandeke Tevgera Goranê û YNKê ya hevbeş ligel PDKê biciviyana, mebesta civînê jî ew e, goftûgo di warê navçeyên derneyî îdareya Herêma Kurdistanê, pirsa encamdana referandûmêm çareserkirina krîza darayî, pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê, lêvegerek ji pêwendiyên Hewlêrê bi Bexdayê re û serkeftinên Pêşmerge di şerê rizgarkirina Mûsilê de.
Heşt meh ji aloziyên di navbera PDK û Tevgera Goranê de bê çareserî mane, di wê demê de jî PDK û YNKê çendîn civîn lidar xistibûn. Bo vê civînê jî PDKê çaverêyî YNKê ye. Li gor PDKê ku pêşeroja Kurdistanê û rewşa Iraqê pêwîstiya wê bi hemû aliyan heye.
Li gor zanyariyên K24, ku diyar nekirina roja civîna PDK û YNKê bi rewşa navxweyî ya YNKê heye, ji ber ku rêkeftina siyasî ya di navbera YNK û Tevgera Goranê, nêrînên cuda heye û beşek ji serkirdên YNKê ne bi wê rêkeftinê re ne.
K24
