• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û serokwezîrê berê yê Fransa behsa şerê DAIŞê û referandomê kirin

Mesrûr Barzanî û serokwezîrê berê yê Fransa behsa şerê DAIŞê û referandomê kirin
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêm Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li serokwezîrê berê yê Fransa, Fransîs Fîlon û konsulê Fransa yê Hewlêrê Alen Gopêrtî kir.

Mesrûr Barzanî, îro pêşwazî li serokwezîrê berê yê Fransa, Fransîs Fîlon û şanda pê re kir. Di nav şanda Fransî de, konsulê Fransa yê Hewlêrê Alen Gopêrtî, komek parlamenter, senator û rojnamevan hebûn.

Di hevdîtinê de, Fransîs Fîlon behsa wê yekê kir ku çûne eniyên şer û serdana hêzên Pêşmerge kirine û got, Fransa dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê û Pêşmerge berdewam be.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî ji şanda mêvan re behsa rewşa şerê DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge kir.

Mesrûr Barzanî her wiha behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê jî kir û got, dema li welatekî mirov ji ber nav û nasnameya xwe bên kuştin wê çaxê ti wateya wê nîne ku ew welat bi yekgirtî bimîne.

Şanda Fransa di dawiyê de spasiya Herêma Kurdistanê kir ku hejmarek mezin ji koçber û penaberên iraqî hewandiye û ragihand ku ew wek Ewropî, li hember kurd û Kurdistanê xwe sûcdar dibînin lê hêvîdar in bikarin di demek nêzîk de xeletiyên xwe li hember kurdan qerebû bikin.

Basnews
Top