• Saturday, 21 February 2026
logo

Serkirdeyekê din jî ji nav Goran tevlî PDKê bû

Serkirdeyekê din jî ji nav Goran tevlî PDKê bû
Serkirdeyekî Goran ragehand ku, di dema niha niha de Gornbûn bûye şermekî mezin, lewma wîpêwendî bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kiriye.

Serkirdeyê Tevgera Goran (Goran) Namiq Şêx Mihemed di malpera xwe li ser tora civakî Facbook de ragehandiye ku wî dest ji nav Goran berdaye û pêwendî bi PDKê re kiriye.

Di posta xwe de nivîsiye: “Serkirdayetiya Goran ligel cemawerê xwe nerastbû, tiştê ku me xebat jibo wê kir û deng me jibo wê kom kirin, serkirdayetiya Goran di çirkekê de xirab kir û omîda me nehişt, Gorana berê jibo min şehnazî bû, lêbelê niha Goranbûn bûye şeremekî mezin û min biryar da karê xwe yê siyasî dinav refên PDKê de berdewam bikim.

Herwiha Duh endamekî civata niştimanî ya Goran û bajêrvanê qeza Dûkan dest ji karê nav Goran berdan.

Basnews
Top