Serok Barzanî hatina heyva Remezana pîroz li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir
(Şehr remezan allezî anezil fiye alquran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)
- Sadaq allah al azîm-
Bi helkefta hatina heyva Ramazana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Herêma Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim hatina meha pir bereket û rehmeta remezanê bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û Iraq û hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundrewî û derbasbûna Kurdistan û Iraq û navçeyê ji nexweşî û belavbûna aştî û pêkvejiyan û bexteweriyê ji bo hemû mirovayetiyê.
Bila meha pîroza remezanê bikîn derfetek ji bo hevkarî û aştî û lêborîniyê ku peyama serekî ola pîroza îslame.
Mesûd Barzanî
29 ê Şe'ban 1437 koçî
05.06.2016
