Ban Ki Mon: DAIŞ, Heşdî Şeibî û PKK zarokan bi çek dikin
Nîgeraniya Ban Ki Mon di raporta salane ya NY de, li ser zarok û nakokiya çekdarî di sala 2015ê de pêkhatiye û cara yekeme jî navê hevpeymaniya Ereb dikeve lîsteya reş a binpêkirinan.
Derbarê Iraqê de, li raportê de tê gotin, NY lêkolîn dike ku bi çek kirin û bikaranîna 37 zarokan (ji wan 36 xort û yek keç) pêkhatiye. Di nav wan 37 zarokan de 19 ji wan li gel DAIŞê ku ji wan 18 zarokan xelkê Helebçe ne, herwaha 6 hemwelatî jî ji aliyê PKKê ve û 12 zarok jî, ji aliyê Heşdî Şeibî ve hatine bi çek kirin.
Li gor raportê Heşdî Şeibî 8 zarok naçar kirine biçin nav refên wan, herwaha 4 zarok jî di şerên nêzîk Bêcî ya li ser parêzgeha Selahedînê hatine kuştin.
Heman demê de 174 rewşên bi çek kirina zarokan hatiye pêkanîn, di nav wan de 169 zarok birine nav refên DAIŞê, 3 zarok jî çûne nav refên PKK û 2 zarok jî di nav Heşdî Şeibî cîh girtine, lê derbarê wan de bi awayeke hûr lêkolîn nekarîne pêkbînin.
basnews
