Serkirdeyekî PKKê: Em li dijî avakirina dewleta Kurdî ne
Di hevpeyvînekê da digel kenalê nûçe tîvî yê nêzîkî PKKê, Riza Altun serkirdeyê PKKê got: partîya demokrata Kurdistan û Mesûd Barzanî serokê herêmê, di xwazin dewleteka Kurdî li herêma xwe ava bikin, lê pêdvîye alîyên Kurdî di hişyarbin û nekevin di yarîya partî da û piştevanîyê li dewleta Kurdî nekin.
Got jî: PKK digel dirustibûna dewleta Kurdî nîne û tenê dê partî û Barzanî, ji dirustkirina wê dewletê mifadarbin.
Ev di demekî daye berîya çend rojan, Murad Qereyilan endamê konseya rêvebir ya koma civakên Kurdistanê KCKê gotibû: PKKê ji bo dewleta neteweyî şerî nake.
War.tv
