Li Minbicê heta niha HSD 28 gund rizgarkirine
Derbarê wan pêşketinên nû yên HSD Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de wiha gotibû: "Şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û HSD li derdora bajarokê Minbicê berdewamin, HSD tenê bi 4 kîlometreyan ji wî bajarokî dûre û di pêşveçûnê de ye."
Rewangehê da zanîn ku, heta niha Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD)bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî 28 gund rizgarkirine.
Li gor zaniyariyên Rewangehê çekdarên DAIŞê hawlên xwe dike ku, wî bajarokî ji dest xwe nede.
K24
