CENTCOM: Pêşmerge 85 km kontrol dike
Berdevkê Fermangeha Hêzên Navendî yên Amerîkayê Patrick Ryder li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku Hêzên Pêşmerge li hemberî rêxistina DAIŞê serkeftinên girîng bidest xistine û got, 85 kilometre erd di bin kontrola Pêşmerge de ye.
Patrick Ryder amaje kir ku DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatiye şikestin û wiha got: “Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di dawiya meha Gulanê de 100 km sînorê Minbicê kontrol kiriye.”
Berdevkê Artêşa Amerîkayê herwiha da zanîn, hêzên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ji bilî piştgiriya operasyonên asmanî, 23 hezar leşkerên Iraqî perwerde dikin.
Rudaw
