DAIŞê 19 xort li bajarokeke başûrê Kerkûkê ravandin
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê, hejmarek zêde yên çekdarên DAIŞê bereyên şer ên rêxistinê berdidin û direvin. Ji ber ku êdî hêza wan a ku şer bikin namaye û şikestên mezin li hember hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jiyan kirin. Ji ber vê jî dixwazin bi revandina xort û ciwanan hejmara çekdarên xwe zêde bikin.
Xortên ku hatine revandin temenê wan di navber 12-16 sal de ne û ji bazara Hewîcê ber bi binkeyên çekdarên DAIŞê yê di navbera Hewîcê û Riyazê ve birine û ji wê derê jî bi razîbûn û agahdariya wan xortan ve dibin bereyên şer.
Çavkaniyeke ji herêmê ji SumeriyeNewsê re ragehandiye, ku piraniya çekdarên DAIŞê yên li başûrê Kerkûkê xelkê herêmê bixwe ne.
basnews
