Hisên Yezdanpena daxwaza serxwebûna Kurdistanê li balyozê Amerîkayê kir
Hisên Yezdanpena di tora civakî ya facebookê de belav kir û wêneyê xwe yê li gel balyozê Amerîkayê û konsolê Amerîkayê belav kir û amaje bi vê yekê kir ku, duh beşdarî li merasîma roja serxwebûna Amerîkayê li Hewlêrê kiriye.
Yezdanpena dibêje: ‘’Balyoz û konsolê giştî yê Amerîkayê li Iraqê û Hewlêrê rolê hêzên Partiya Azadiya Kurdistanê di şer ê DAIŞê de bilind nirxandine.’’
Yezdanpena di nivîsa xwe ya facebookê de dibêje wî di roja serxwebûna Amerîkayê de daxwaza piştgiriyê li Amerîkayê kiriye ku, piştîwaniyê li serxwebûna Kurdistanê bikin.
Basnews
