Esîl Nuceyfî: Tenê Serokatiya Herêma Kurdistanê behsa paşeroja Mûsilê kiriye
Îro 1 Hizêranê PArêzgarê Berê yê Nînewa Esîl Nuceyfî di panêlekê de li Zankoya Amerîkî li Duhokê ligel Zankoya Karnîgî di bin nav Rêkxiraw amaje bi wê yekê kir: “Ne dûre ew tiştê ku li Mûsilê rûda li cihekî din jî rûbide, xelkê Mûsilê baweriya wan bi kesekî nemaye ew di rewşek pir xirab de dijîn.”
Herwiha tekez kirk u jibilî Pêşmerge ti hêzek nêzîkî Mûsil nebûye, Artêşa Iraqê bi sedan km dûrî Mûsilê ne û got: “Ewaliyên ku dibêjin me amadekariya xwe kirye jibo Mûsil di çend rojan de azad bibe derewe.”
Nuceyfî bi pêwîst zanî ku, divê amadekarî di navbera wan hêzan de bê kirin ku jibo azad kirina Mûsilê dicengin ligek hêzên ji dervî Mûsilê û got: “Hêzên nava Mûsilê amadene pêwendiyê ligel hêzên derve bikin, lêbelê ti hemahingî dinavbera wan de nîne.”
Parêzgarê berê yê Nînewa tekez kir ku, divê xelkê Mûsilê berî hemî alî behsa paşeroja xwe bikin û got: “Bi tenê Serokatiya Herêma Kurdistanê behsa paşeroja Mûsilê kirye, lê belê ti aliyekî din ne Iraqî ne jî navdewletî behsa vê mijarê nekirine.”
Navborî ew jî veneşart û got: “Heta ku Kurd û Ereb li Mûsilê neghên rêkeftinek statîjîk wê Mûsilê di bin destê DAIŞê de be.”
Basnews
