Tikriyê Balyozê ji Elamnya vexwend
Îro 2 Hizêranê , Serokomarê Tikriyê Racep Tayyp Erdogan ragehand: “Enqera balyozê xwe li Elmanya banghêşt kir, ev yek jî wek karvedanekê li ser dengdana parlemenê Elmanya bi belê liser nasandina ew rûdawên ku di cenga cîhanî yekem de rûdabûn wek komkujî li dijî Ermenan.”
Herwiha amaje bi wê yekê da: “Banghêşt kirina balyozê me li Elmanya jibo gotûbêj kirina vê mijarê ye, wê hikûmet hindek gavên din jî gotûbêj bike wek bersivekê li ser dengdana parlemenê Elmanya.”
Herwiha tekez kir ku, wê ev biryar bandor negative li ser pêwendiyên Elmanya û Tirkiyê bike, di hema demê de Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yldrim biryara parlemenê Elmanya bi “Şaştiyek dîrokî” wesif kir û got: “Gelê Tirkiyê şehnaziyê bi dîroka xwe dike û ti bûyer di dîroka wê de nînin ku serê xwe ji ber wan bimiçîne.”
Di serdema Osmaniyan de di sala 1915 de Artêşa Osmaniyan gund û deverên Ermenana kirin armanc bi sedema ku Ermenan piştevaniya Rûsya dikirin, di encama êrîşên Osmaniyan bo ser Ermenan nêzîkî 1 milyon û 500 hezar ermenî hatin qir kirin, heta niha 12 welatan ew bûyer wek cînosayid dane nasîn.
Basnews
