Serok Barzanî: Em berdewam dibin li ser piştgîrî kirina berxwedana gelê Kurd
Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Sekreterê partiya demokrata Kurdistan – Sûriyayê Siûd Mele û endamên mekteb siyasiya vê partiyê kir.
Di hevdîtinê de Siûd Mele spasiya xemxoriya Serok barzanî bo doza Kurd li Sûriyayê û hevkarî kirina Kurdên Rojavayê kir û diyar kir ku pişta partiya wan bi xelkê xwe ve girêdayiye û piştgîriyên Serok Barzanî jî hêzeke zêdetir dide me û em jî li ser doza xwe berdewam dibin daku bigehêjin armancên xwe yên netewî.
Mele herwiha diyar kir ku ew di debistana Mele Mistefa Barzanî ve hînî qurbanî dan û berxwedanê bûne û xelkê Kurd li Sûriyayê jî bi omîd û coşeke mezin ve rûbirûyê tevahiya wan dijwarî û metirsiyan dibe.
Di berdewamiya civîna han de şanda mêwan behsa rewşa meydanî ya siyasî û leşkerî a Sûriyayê û têkiliyên navbera aliyên Kurdî û opozîsyona Sûriyayê kir û daxwaz ji Serok Barzanî kir daku şîretên nû pêşkêşî wan bike.
Li hember de jî Serok Barzanî spasiya berxwedana gelê Kurd li Sûriya û Rojavayê Kurdistanê kir û ragehand ku gelê Kurd li Sûriyayê ne bi tenê ye û weke her tim bi tevahiya hêza xwe ve emê piştgîriya mafên reva yên gelê Kurd bikin.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku partiya demokrata Kurdistanê ya li Sûriyayê hevkariya şoreşa gelan kiriye û ev babeta han bi ti awayî nayê înkarkirin.
Di dawiya civîna han de behsa pêşeroja Sûriyayê, doza gelê Kurd li vê welatî hate kirin û Serok Barzanî jî şîretên pêwîst pêşkêş şanda mêwan kir.
