Serok Barzanî beşdariya merasima roja nîştimaniya Amerîkayê kir
Li Hewlêrê merasimek bo bîranîna roja nîştimaniya Amerîkayê hate organîzekirin.
Îro danê êwarê li Hewlêrê bi amade bûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasimek bo bîranîna roja nîştimaniya Amerîkayê hate organîzekirin.
Di merasima han de ku tê de hijmareke zêde berpirsên siyasî û îdarî yên Kurdistanê, balyoz û konsulusê Amerîkayê û nunerên welatên biyanî yên li Kurdistanê de tê de beşdarbûn , her yek ji balyoz û konsulusê Amerîkayê gotarek pêşkêş kirin û spasiya Serok Barzanî jî kirin ku beşdariya vê merasima han kiriye.
Herwiha di gotarên xwe de behsa dîroka roja nîştimanî û girîngiya roja han bo Amerîka, rewşa deverê, têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê kirin û tekez li ser girîngiya têkiliyên han bo Amerîkayê kirin.
Pişt re jî berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa gotara hikûmeta Kurdistanê pêşkêş kir û pîrozbayiyên hikûmeta Kurdistanê pêşkêş hikûmet û gelê Amerîkayê kir.
