Serokwezîr li gel Balyozê Urdinê civiya
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Urdinê yê li Hewlêrê Heysem Ebulful û şandeke pê re kir.
Di destpêka hevdîtinê de Serokwezîr bi minasebeta destbikar kirina Heysem Ebulful weke balyozê nû yê Urdinê li Hewlêrê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî vî kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.
Heysem Ebulful jî eşkere kir ku gelek kêfxweşe weke balyozê Urdinê li Kurdistanê destbikar kiriye û wisa his dike ku di nava welat û gelê xwe deye û herwiha jiber pêşwaziyên gerim yên aliyên têkildar ên Kurdistanê jî Heysem spasiya hikûmet û aliyên têkildar yên Kurdistanê kir.
Heysem herwiha anî ziman ku Urdin di warê îdarî û darayî de xwedan psporên jêhatiye û dikare bo derbas kirina qirîza han ya li Kurdistanê de hevkariya Kurdistanê bike.
Di beşeke din ya civîna han de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Urdinê, çawetiya berfiretir kirina têkiliyên han û şerê dijî terorîstên DIŞIê û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DIŞIê hate kirin.
