• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Kerkûkê Alaya Kurdistanê li ser dezgehên hikûmî nayê hildan

Li Kerkûkê Alaya Kurdistanê li ser dezgehên hikûmî nayê hildan
Li beşekî mezin ji dezgehên fermî hikûmî yên bajarê Kerkûkê, Alaya Kurdistanê nayê hildan.

Endamê Encûmean Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûk Mihemed Xorşîd ragehand: “Niha li Kerkûk li çend dibistanên ku li wan bi zimanê Kurdî ye û li beşek ji dezgehan Alaya Kurdistanê tê hildan, lêbelê li beşekî mezin ji dezgeh û fermandeyên hikûmeî alaya Kurdistanê nayê hildan, ti biryar jî jibo bilind kirina Alaya Herêma Kurdistanê derneçûye, bi hinceta ku Kerkûk ne beşeke ji îdareya Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha got: “Em wek PDKê li Kerkûk çend caran me pêşniyar pêşkêş kirinjibo bilind kirina Alaya Kurdistanêli cih û dezgehên fermî ligel bilind kirina Alaya Iraqê, lêbelê berpirsên îdarî li Kerkûk dibêjin me ev yek hiştiye heta piştî encamp dana referandomê.”

Basnews
Top