• Saturday, 21 February 2026
logo

Parlamentoya Almanya qirkirina Ermenan naskir!

Parlamentoya Almanya qirkirina Ermenan naskir!
Parlamentoya Almanyayê bûyerên sala 1915ê yên li dijî Ermeniyan wek qirkirin naskir!

Meclîsa federal a Almanyayê biryara reşnivîsa li ser salên 1915-1916ê de bûyerên ku pêkhatine û wek qirkirina gelê Ermen tê pênasekirin pesend kir.

Partiyên desthilatdar ên Yekitiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) û partiya keskan a di opozîsyonê de, bi navê ‘’di salên 1915-1916 ê de ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve, li dijî Ermeniyan û kêmîneyên Xirîstiyan komkujî bibîranîn û rêz li ber girtin’’ reşnivîsa ku hatibû amadekirin bi awayeke fermî hate pesend kirin û qirkirin ango komkujiya Ermeniyan bi fermî ji aliyê parlamentoya Almanyayê ve hate naskirin.

Basnews
Top