• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî şîretên nû li hêzên pêşmerge kir

Serok Barzanî şîretên nû li hêzên pêşmerge kir
Fermandarekî hêzên pêşmerge dibêje Serokê Kurdistanê şîretên nû dane hêzên pêşmerge.

Fermandarê giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Başîkê diyar kir ku Serokê Kurdistanê bi hişyariyeke mezin seredêriyê li gel êrîşên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike û şîretên nû destnîşan kir, ku planê leşkerî çawa bê guhertin.

Fermandarê eniya Başîkê Hemîd Efendî ragehand ku sînorê di navbera Pêşmerge û DIŞIê pir nêzîk bûye û li hin cîha tenê kîlometreyeke. Li bereya Xazirê jî naha Pêşmerge û DIŞI navbeyneke pir kêm di nav wan de maye. Lê naha plana êrîş û nexşeya leşkerî hatiye gohertin.’’ Herwaha got: ‘’Tiştê ku hatiye kirin, li gel Pêşmerge pir kême û Pêşmerge hêza wî heye zêdetir jî bike.

Efendî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku Serokê Kurdistanê û Fermandarê giştî yê hêzên leşkerî yên Kurdistanê Mesûd Barzanî, daxwaz kiriye Pêşmerge êrîş bike, lê di hejmareke zêde de navçe, bi ziyaneke herî kêm divê bê bidest xistin û azad kirin. Herwaha got: ‘’Barzanî dixwaze Pêşmerge bi hişyarî û hûrkarî êrîş bike û di pêşerojê de jî sînorê ku naha Pêşmerge lê ye wê bi goherê.’’
Top