"Sipasiya Mamosteyan dikim ku, rê li ber rawestandina proseya xwendinê girtin"
Îro, li Herêma Kurdistanê ezmûnên şagirt û xwendekaran dest pê kir, derbarê vê rojê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanê di kongreyekî rojnamevanî de, pîrozbahiyê xwe arasteyî hemû şagirt û xwendekaran kir û hêviya serkeftina wan kir, herwiha amaje bi giringiya ezmûnan kir ku, di heman demê de sipasiya malbatên hemû xwendekaran kir.
Barzanî da zanîn ku, ev nifşê niha pêşeroja me ye, ew nifşê ku, wê Kurdistanê bi rêve bibe, herwiha sipasiyên xwe arasteyî hemû mamosteyan kir ku, wan mamosteyan di sala 1991 tevî kirîza darayî rê nedan ku, piroseya xwendinê li Kurdistan were rawestandin, îro jî tevî vê kirîza darayî berdewamî bi proseyê anîne. Da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî kar dike daku, ev kirîza aborî bi dawî were.
Di dawî ya daxuyaniyê de, Barzanî amaje bi giringiya xwendin û fêrkirinê di jiyana hemû mirovan de kir, herwiha di pêşketina welatan de jî.
K24
