YPGê dest bi operasyona rizgarkirina Minbicê kir
Li gorî berpirsên amerîkî ku ji Reutersê re dane xuyakirin, operasyona Minbicê duh bi beşdariya hezaran şervanên YPG û hevalbendên wan ên ereb dest pê kir.
Bajarê Minbicê ku piranî ji kurd û ereban pêk tê, beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê xwedî nifûseke derdora 100 hezarî bû. Minbic, 30 km dikeve rojavayê çemê Feratê û nêzîkî bajarê Kobanî ye. Minbic havîna 2014ê ketibû destê DAIŞê.
Li ser operasyonê hê ti daxuyanî ji aliyê berpirsên siyasî yan leşkerî yên Kurdistana Rojava ve nehatiye dayîn.
Hêzên taybet ên amerîkî ku dawiya 2015’ê ji aliyê Serokê Amerîkayê Barack Obama ve di çarçoveya şerê dijî DAIŞê de li Kurdistana Rojava hatine erkdarkirin, wekî şêwirmend û piştevan beşdarî operasyona Minbicê dibin.
Basnews
