Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Îtîlafa Niştîmaniya Opozîsyona Sûriye kir
Duh li Selahedîn Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Opozîsyona Sûriyeyê Enes Ebide û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya opozîsyona Sûriyeyê bi navê gelê Sûriye spasî Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir ku hevkariya penaber û koçberên Sûriye dikin û ragihand ku gelê Sûriye pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya di hevkêşeyên siyasî û rûbirûna terorîstan û palpiştîkirina gelê Sûriye heye. Paşê bi kurtî di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Sûriye û pêşhatên meydaniyên dawî û rewşa agirbest û her wiha guftûgoyên Cenev û helwesta welatên zilhêz û navçeyî li ser qeyrana Sûriye xistinrû û nêrîna Hevpeymaniya Niştîmaniya Rikeberên Sûriye jî ya di derbarê doza rewaya Kurd li Sûriye ji bo Serok Barzanî şîrove kirin. Li beşekî dinê axaftina xwe de tekez li ser rola girîng û stratejiya Herêma Kurdistanê ya li çareserkirina qeyrana Sûriye û yarmetîdana xelkê Sûriye kirin û ragihandin ku Kurdistanê li geşbûn û pêkvejiyan û xebat û xweragiriyê de ezmûn û mînakeke dewlemende.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî bi xêrhatina şanda mêwan kir û ji bilî balkişandina li ser qeyrana Sûriye nîgeraniya xwe li ser rewşa xeraba mirovî li Sûriye nîşan da û hêviya wê yekê xwest ku dawî bi êş û karesatan bê û gelê Sûriye bikarê bi aştî û bextewerî de bijî û êdî êş nekêşe. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku hebûna nearamî û şer û tundrewiya li Sûriye bandorê li ser Kurdistanê û Iraqê dike, her ji bo wê yekê jî Kurdistanê ji nêzîk ve çavdêriya gûhertinên Sûriye dike û amadeye jî roleke erênî li çareserkirina kêşeyan û dawî anîna bi êş û azarên xelkê Sûriye de bibîne.
Li beşekî dinê civînê de rola Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye û peywendiyên di navbera Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriye û Kurdistanê, pêşaroja Sûriye û şerê terorîstên DIŞIê li Iraqê hate nirxandin.
