Amerîkayê di roja ‘nemiran’ xwe de rêz li Pêşmerge girt
Li gor ragehandineke konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, ku wêneyek geheştiye dest BasNewsê; Konsolê giştî yê Amerîkayê Mattias Mitman 30.05.2016ê serdana nexwaşxaneya beşa lezgîn kiriye û li wê derê serdana Pêşmergeyên birîndar kiriye.
Li gor ragehandinê de hatiye belav kirin, ev serdana Mattias Mitman di ‘’roja nemiran’’ a Amerîkayê de pêkhatiye, ku rojekî dîrokî yê Amerîkayê ye û wek roja şehîdên Amerîkayê tê zanîn û di vê rojêde Amerîkayî ji jin û zilamên ku jiyana xwe ji dest dane re rêz digrin.
Di serdanê de, rêveberê hemahengî û peyvendiyên wezareta karûbarên Pêşmerge di hikûmeta Herêma Kurdistanê de fermandar Hejar Omer Îsmaîl li gel şandê di serdanê de cîh girt û konsolê Amerîkayê spasiya Pêşmergeyên Kurdistanê kir, ku xizmeteke mezin û qurbanî di şer ê dijî rêxistina terorîstên DAIŞê de dane û got: ‘’Hun nirxê welatê xwe ne’’
Herwaha Mattias Mitman ji bo girîngî û nirxê ku Amerîka li hember Pêşmerge, madalyayên bîranîn pêşkeşî Pêşmergeyên birîndar kirin.
Basnews
