Mesrûr Barzanî li gel şanda opozîsyona nîştimanî ya Sûriyayê civiya
Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke opozîsyona nîştimanî ya Sûriyayê bi Serokatiya Serokê opozîsyona nîştimanî Enes Ebde û şandeke pê re kir.
Di civînê de bi awayekî giştî behsa rewşa însanî û pêşketinên meydanî yên li Sûriya û deverê de hate kirin û Serokê Opozîsyona nîştimanî ya Sûriyayê Enes Ebde spasiya helwestên Kurdistanê yên taybet bi bicîh kirin û pêşkeş kirina xizmetgozariyan bi penaberên Sûrî kir.
Di berdewamiya civîna han de derbarê çawetiya pêkanîna mekanîzmên bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyan de û girîngiya beşdarî kirina tevahiya pêkhateyan di prosesa siyasî û biryara siyasî de bi taybetî di qonaxa niha û pêşeroja Sûriyayê de giftûgoyeke berfire hate kirin û her cure takrewî jî hate redkirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime tevahiya aliyan di şerê dijî terorîstên DIŞIê û bidest xistina pêşerojeke geş bo Sûriya û deverê bibin xwedan rol û pêgeha xwe.
Her di civîna han de tekez li ser piştgîrî kirina mafên netewî yên gelê Kurd û gerentî kirina wan mafan di nava destûra pêşerojê ya Sûriyayê de hate kirin û vegeriyana pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî yên ku di şerê dijî DIŞIê de xwedan ezmûneke başin bi pêngaveke girîng û pêwîst hate wesifkirin û rola ENKSê jî weke pêkhateyeke serekî û nunerê gelê Kurd di nava opozîsyona nîştimanî ya Sûriyayê de jî bi girîng hate sesifkirin
