• Saturday, 21 February 2026
logo

Fermandeyekî YPGê bi topên artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da

Fermandeyekî YPGê bi topên artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, fermandeyekî wan di encama topbarana artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.

YPGê di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kir ku fermandeyekî wan bi navê Delîl Xilnêr, ku di heman demê de endamê Meclisa Leşkerî ya Efrînê jî bûye, di encama topbarana artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bûyer roja 28ê Gulana îsal qewimiye, dema artêşa Tirkiyê gundê Mernazê li devera Şehbayê daye ber topan, ew rayedarê YPGê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên ku YPGê daye, Delîl Xilnêr sala 1980ê li bajarê Efînê ji dayîk bûye.

Basnews
Top