Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Pêşmerge kir
Berî niha bi demek kin Mesrûr Barzanî li ser hejmare xwe li tora civakî Twitter postek belav kiriye û têde hatiye: “Pîrozbahiyê li Pêşmergeyên azayên Kurdistanê dikim, ku îro serkeftinek mezin din tomar kirin û gundên Kakeyî û Kurdên Şebek li rojhilatê Mûsilê ji çekdarên DAIŞê pak kirin.”
Doh 29 Gulanê li bereya Xazir bi ferman û serperişatiya raste rast a Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mesûd Barzanî, Pêşmerge êrîşek berfireh birin ser çekdarên DAIŞê.
Fermendeyê Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî ragehandibû ku bi serkeftina îro tirs li Hewlêrê yek car namîne.
Operasyona Pêşmerge li bereya Xazir li rojhilatê bajarê Mûsilê, li sînorê gundên (Werdik û Tel Eswed) e û kêmtir ji 20 km Pêşmerge nêzîkî Mûsilê bûne.
Basnews
