• Saturday, 21 February 2026
logo

Pêşmerge derbên giran li DAIŞê didin

Pêşmerge derbên giran li DAIŞê didin
Şeva borî çekdarên DAIŞê li çend deverên Şingalê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, lê hemû êrîşên wan hatin têkşikandin.

Cîgirê Fermandarê Tabûra Dihokê Xalid Hemzo ji Rûdaw re ragihand ku şeva borî çekdarên DAIŞê li Domîza Şingalê û li gundên Ramosiye û Kirov ku dikevin rojavayê Şingalê êrîşî Hêza Pêşmerge kirine lê êrîşa wan hat pûçkirin.

Hemzo da zanîn ku çekdarên DAIŞê bi 9 otomobîlan êrîşî eniyên Hêzên Pêşmerge kirine lê êrîşa wan ji aliyê Pêşmergeyan ve hatiye têkşîkandin û her 9 otomobîl jî hatin têkbirin û gelek kuştî û birîndarên DAIŞê di wî şerî de çêbûn.

Rudaw
Top