• Saturday, 21 February 2026
logo

Nerazîbûna çend rêveberên YNKê li dijî rêkeftina li gel Gorran pêşdikeve

Nerazîbûna çend rêveberên YNKê li dijî rêkeftina li gel Gorran pêşdikeve
Endamên polît bûro û rêveberên YNKê yên li ser rêkeftina Gorran û YNKê xwedî rexne bûn, beşdarî li mêvandariya mala serokê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa nekirin û tê gotin ew nerazîbûn wê hîn berdewam bike.

Roja 27.05.2016ê serokê giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, endamên polît bûro û rêveberên YNKê ji bo mêvandariyê vexwandin mala xwe û rêveberên YNKê yên ji rêkeftinê nerazîne beşdarî nekirin.

Di vê derbarê de çavkaniyekê paydar ê di nav YNKê de, ku nexwast navê wî aşkera be ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sedemê beşdar nebûna wan rêveber û endamên polît bûroya YNKê, ji ber rexne û gazindên wan li ser vê rêkeftinê hebûn û çavlirêye ew nerazîbûnene jî demekê berdewam bikin.’’

Ji aliyê din ve endamê Encûmena rêveberiya YNKê Hamîd Hacî Xalî jî, ji BasNewsê re ragehand: ‘’Raste ew endamane rexneyên wan li ser rêkeftina Gorran û YNKê hebûn. Lê ev tişte bandorê li ser sekna wan a di nav YNKê de nake. Mêvandariya mala Newşîrwan Mistefa bes bo mêvandariyê bû ne ji bo tiştekî siyasî bû.’’

Çavkaniya nav YNKê ya paydar jî ji BasNewsê re aşkera kir, nerazîbûna wan rêveber û endamên polît bûroya YNKê pir zêdeye û ji ber vê jî amade nînin ku ji bo mêvandariyê jî serdana mala Newşîrwan Mistefa bikin.

Basnews
Top