Hêza Zîrevanî: Plana yekem a Pêşmerge bi serkeftî bi dawî bû!
Rêveberê ragehandina fermandariya Pêşmergeyê Zîrevanî fermandar Dilşad Mewlûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Operasyona hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di qonaxa yekem de bi awayeke pir serkeftî bi dawî bû.’’ Herwaha got: ‘’Ew cîhên ku di plana stratejîk de bibûn armanc ji aliyê Pêşmerge ve hatine azad kirin û naha hêzên Pêşmeregeyên Kurdistanê li wan deran cih girtiye û çeper veda ne, ku carekedin ev cîhene nebin gef li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.’’
Herwaha rêveberê ragehandina fermandariya Pêşmergeyên Zîrevanî ji BasNewsê re aşkera kir: ‘’Hêzên Pêşmerge di pêşerojê de wê planên azadkirina navçeyên din jî bide ber xwe. Lê ew di dema xwede bê ragehandin û ew gundên di wan du rojane de hatine azadkirin, gundên gelek mezin bûn, ku ji wan gundan DAIŞ dibû gef û êrîş ji wan deran re dikire ser hêzên Pêşmerge.’’
Duh serê sibê 29.05.2016ê hêzeke mezin ve Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî rêxistina tund a DAIŞê li bereya Xazirê operasyonek berfireh da destpêkirin û gelek gund hatin rizgar kirin. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê jî di beyanameyekê de aşkera kir 5500 Pêşmerge di vê operasyonê de beşdar bûne.
Basnews
